Kurdistan
Sandeke bilind a Amerîkayê serdana Iraq û Kurdistanê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke bilind a Amerîkayê wê serdana Iraqê bike.
Li gorî zanyariyan, şanda bilind a Amerîkî ya bi seroktiya Berpirsê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka yê Konseya Ewlekariya Amerîkayê Brett McGurk wê serdana Iraq û Kurdistanê bike û çend hevdîtinan berpirsan re pêk bîne.
Hat diyarkirin ku McGurk û şanda ligel wî piştî Bexdayê derbasî Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê dibin û bi berpirsên rêveberiya Kurdistanê re dicivin.
Derbarê serdanê û dema wê de hurgilîyên zêdetir nehatin dayîn.