TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

Ruken güler
Nivîskar
📅 11 nîsan 2022 03:01

PeyamaKurd-Biryar e şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo nirxandinên li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê, sibê biçe serdana Bexdayê.

Li gorî ku Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ji K24 re ragihandiye; armanca serdana Bexdayê ji bo guftûgokirina pirsgirêkên li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê ye û armanca wan ew e ku ji bo pirsgirêkan çareseriyek çêbibe.

Biryara serdana Bexdayê, di Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hefteya borî hatibû dayîn. Biryar e şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji  Amanc Hekîm, Xalid Şiwanî, Omdê Sebah û Ebdulhekîm Xesro pêk bê.

Parve bike: