TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sandeke Zanîngeha Kurdistanê serdana Washingtonê kir û bi rayedarên Amerîkî re civiya

Hevi Turan
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2023 22:08

PeyamaKurd -  Şandeke Zanîngeha Hewlêr-Kurdistanê ku ji 4 kesan pêk dihat serdana Amerîkayê kir û li Washingtonê bi rayedarên Wezareta Derve ya Amerîka re, bihêzkirina bernameya perwerdehiyê ya navbera Amerîka-Kurdistanê gotûbêj kir.

Şana Zanîngeha Kurdistanê li Amerîkayê derbarê bihêzkirina perwerdehiya bilind de, çend hevdîtin pêkanîn ku yek ji wan jî bi rayedarên Wezareta Derve re bû.

Endamê Desteya Rêveberiya Zanîngeha Kurdistanê Ebdulselam Medenî derbarê serdanê de got: “Em hîs dikin ku ev demek e Amerîka wekî berê girîngiyê nade dosyeya Kurdî. Me xwest em wê peyamê bidin ku derbarê mijarên xwendekaran û perwerdehiya bilind de pêwendiyên xwe bihêztir bikin.

Herwiha Medenî da zanîn ku serdana wan ji bo xwendekarên Kurdistanê hemûyan heta asta dibistanên seretayî jî serkeftinek e û diyar kir, pêwîste derfet bê dayîn ku xwendekarên Kurdistanê biçin Amerîkayê û yên Amerîka jî werin Kurdistanê.

Parve bike: