TR KU SO
FB X
Kurdistan

Saredariya Kelarê li dijî lehiyê bendan nûjen dike

İlyas batu
Edîtor
📅 15 berfanbar 2025 13:50

PeyamaKurd – Serokatiya Şaredariya Kelarê bi hevkariya Rêveberiya Germiyan û Rêveberiya Giştî ya Şaredariyan, ji bo parastina welatiyan ji metirsiya lehiyê dest bi projeyeke nû kir.

Li gorî daxuyaniyê, tîmên şaredariyê li derveyî bajêr û bi taybetî li derdora gundê Seyîd Xelîl xebatên nûjenkirin û xurtkirina bendên avê birêve dibin.

Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku rê li ber karesatên xwezayî were girtin û ewlehiya herêmê were dabînkirin

Parve bike: