TR KU SO
FB X
Kurdistan

Selahattin Demirtas: Bila herkes amade be

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 03 hezîran 2018 22:52

PeyamaKurd- Namzedê serokkomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş ragihand ku baş zelal bûye wê AKP hilbijartinê wenda bike û bila herkes bo rêvebiriyeka nû û dahatûyeka demokratîk, amade be.

Selahattin Demirtaş ji zîndana Edirneyê, di ser hesabê xwe yê Twitterê de, li ser hilbijartina 24 ê hezîranê şiroveyan kir. Tweetên Demirtaş ev in:

1.Di referandûma 1-16 ê hezîranê de, me xistin zîndanê û referandûmê bi komplo û hîleyan qazanc kirin. Niha bo di 24 ê hezîranê de qazanc bikin, min di zîndanê de dihêlin. Ji bo vê, zorê didin ser temamên dadgehan û dadgeha Makezagonê di nava wan de ye.

2- Hinek dadgerên ku li dosya min dinêrin, bi sedema ku zor û eziyet li ser wan heye, dev ji karên xwe berdan hetta hatin sînorê xwekuştinê. Tevî her tiştî, ez dizanim dadgerên bi onûr û wêrek hene.

3- Wê ev zilma han, di 24 ê hezîranê de bi dawî bibe. Wê serdestiya dadweriyê û serxwebûna dadgeriyê saz bibe. Dadger û kesên ku mehkeme dibin, wê di ewlehiya dadweriyê de bin. Bes hun dengekî bidin HDPê û yek jî bidin Demirtaş.

4- Zelal bûye ku AKP wê hilbijartinê wenda bike. Sedema ku bi ûslûbeka êrîşker min dixin hedefa xwe jî, ew e. Şîrketên anketan yên layangirên wan jî wê nikaribin wan xelas bikin.

5- Bila herkes bo rêvebiriyeka nû, bo dahatûyeka demokratîk amade be. Piştî vê sietê bila ti kes di rêya AKPê de ne sûc û ne gunehekî neke. Yê ku bike, wê tenê xwe bişewitîne.

6- Eger HDP bendavê (barajê) derbas bibe, wê Tirkiye nesfeke xweş bistîne. Ez bawerim wê serokkomarî bimîne cara (tûra) duyê. Em ê di tûra 2 yem de hevakriyeka herî fireh çêbikin û bi alternatîveka herî xurt derên pêşberê xelkê. Wê ev hevkarî ji hevkariya milletê derbas bibe û firehtir be. Em ê bê şik biserbikevin.

Parve bike: