TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li ser qedexekirina K24ê bang li PKK û PYDê kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 02 îlon 2019 19:24

PeyamaKurd - Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, Rizgar Mihemed Emîn li ser qedexekirina karê Kurdistan 24 TVyê li Rojavayê Kurdistanê got, "Qedexekirina karên televîzyona K24 li Rojavayê Kurdistanê, karê PKKê ye."

Televîzyona K24ê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ango PYDê bi biryareke siyasî kar û xebatên wan li Rojavayê Kurdistanê qedexe kiriye û ofîsa wan daxistiye.

Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Rizgar Mihemed Emîn li ser mijarê ji medya Kurdistanê re ragihand, her dezgeheke medyayî, dema bi dilê PKK û PYDê nebe, tê bêdengkirin û serkutkirin. K24 jî ne bi dilê wan bûye ji ber wê jî qedexe kirine.

Rizgar Mihemed Emîn her wiha got, K24 yek ji wan televîzyonan e ku di heyama borî de xizmetek mezin gihandiye doza Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê. Ew reftara ku li hember wê hatiye kirin, binpêkirin û zeftkirina mafê gelê Kurdistanê ye.

Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê got, qedexekirina xebatên K24 li Rojava, karê PKKê ye û diyar kir, PYD û medyaya wê beşek in ji siyaseta PKKê, ji ber wê jî ew ferman ji aliyê PKKê ve hatiye dayîn.

Rizgar Mihemed Emîn herwiha bang li PYD û PKKê kir, hurmeta pîvanên azadiya medyayê bigirin û bihêlin dezgehên medyayî karên xwe bikin.

Parve bike: