Kurdistan
Serbazên Tirkiyê li ser sînor zarokekî Efrînî yê Kurd kust
PeyamaKurd - Zarokekî Efrînî yê 14 salî dema dixwaze bi qaçaxî ji sînorê Tirkiyê derbas bibe, ji aliyê serbazên Tirkiyê ve hate kuştin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, zarokê Efrînî yê 14 salî Xelîl Nihad Şêxo dema ligel hejmarek kesên dixwestin ji sînorê Tirkiyê bi qaçaxî derbasî nava xaka Tirkiyê bibe, li ser sînor ji aliyê serbazên Tirkiyê ve teqe lê hate kirin û hate kuştin.
Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir, termê wî zarokî bo nexweşxaneya bajarê Kîlisê hat veguhestin û heta niha radestî malbata wî nehatiye kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn, Xelîl Nihad 14 salî ye û ji gundên Vêrganê yê navçeya Şera ye û li nêzîkî gundê Îkîdamê dixwast derbasî nava xaka Tirkiyê bibe.