TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serçekdarekî DAISê hat girtin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 25 hezîran 2022 15:30

PeyamaKurd – Serçekdarekî DAIŞê ji aliyê HSDê ve li gundê Dêman ê Dêrazorê hat girtin.

HSDê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek di derbarê mijarê de belav kir û da zanîn: “Yekîneyên antî-terorê operasyonek li gundê Dêman ê bajarokê Bisêra yê Dêrazorê li dar xistin û di operasyonê de serçekdarekî berê yê “DAIŞ’ê” hat girtin.

Herwiha hat ragihandin, wî serçekdarî, endamên şaneyan, bi taybet ên xwekuj, vediguhestin herêmên Dêrazor û Hesekê û ji bo pêkanîna teqînan li herêmê çekên pêwîst dida wan.

Herî dawî HSDê eşkere kir ku di operasyonê de depoyeke çek û teqemenî jî ketiye destê şervanan.

Parve bike: