TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serêkaniyê | Leskerekî rûsî bi teqîna mayîneke çekdarên girêdayî Tirkiyê hat kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 09 hezîran 2021 17:19

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku leşkerekî Rûsî li gundê El-Esediyê yê nêzî cihê çekdarên bi ser Tirkiyê ve, li bajarê Serêkaniyê yê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, hate kuştin

Li gorî zanyariyan panzêreke rûsî li nêzî gundê El-Esediyê yê li nêzî cihên çekdaran li bakurê navçeya Zirganê teqiya û di wê teqînê de, leşkerekî rûsî hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Termê leşkerî rûsî bo naxweşxaneya Dirbêsiyê ya li Rojavayê Kurdistanê hat veguhestin û leşkerên birîndar bo devereke nehat zanîn hatin veguhestin.

Parve bike: