TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bi Hadî Amirî re rewsa siyasî û ewlehî ya Iraqê gotûbêj kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 26 sibat 2025 19:51

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî , îro 26ê Sibatê li Selahaddînê pêşwazî li Serokê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî kir.

Piştî civînê hate ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê, herêmê û herwiha hemahengiya di navbera aliyan de ya ji bo parastina îstiqrara Iraqê hat gotûbêj kirin.

Di civînê de, herwiha li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê hate rawestîn.

Parve bike: