Serok Barzanî bi peyamekê sarsaxî da Mamoste Îsmaîl Besîkcî
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya hevjîna civaknas doktor Îsmaîl Beşikcî yê dostê Kurdan, peyameke sersaxiyê belav kir û hevxemiya xwe nîşan da.
Serok Barzanî di peyama xwe ya serxweşiyê de wiha got:
“Ji bo bîrmend û dostê qedirgiran ê gelê Kurd Profesor Îsmaîl Beşikci..
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya hevjîna we ya birêz xanima (Leman Beşikci) gihîşt me. Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.”
Serok Barzanî Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruha hevjîna we ya xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.”
Hevjîna Mamoste Îsmaîl Beşîkcî, Leman Beşikci îro danê sibehê li nexweşxaneyeke paytexta Tirkiye Enqerê, di 92 salîya xwe de koça dawî kiribû.