Kurdistan
Serok Barzanî Cîgirê Serokê Dîwana Serokatiya Yemenê re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê bi Cîgirê Serokê Dîwana Serokatiya Yemenê û Serokê Encûmena Veguhêz a Başûr Eydarûs El-Zubeydî re civiya.
Mesrûr Barzanî roja 15ê Çile ji bo beşdarbûna 54emîn Korbenda Aboriya Cîhanî (WEF) ku li bajarê Davos ê Swîsreyê tê lidarxistin, çûbû Davosê.
Zubeydî êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir, hevxemiya xwe gihandin Serokwezîr Barzanî û piştevaniya welatê xwe ji bo aştî û aramiya Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokwezîr Barzanî jî tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê wê bibe hêmaneke aramiya navçeyê.