TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî li Pîrmamê dengê xwe da

Hevi Turan
Nivîskar
📅 10 cotmeh 2021 14:00

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro beyaniyê ji bo dengdana hilbijartinên pêşwext ên Iraqê çû ser sindoqê û dengê xwe da.

Serok Barzanî piştî dengê xwe da, silav da medyakaran û ti peyam û daxuyanî nedan.

Proseya dengdanê ya hilbijartinên parlementoya Iraqê li Kurdistan û Iraqê, îro 10ê Cotmehê roja Yekşemê ji demjimêr 07:00 ve berdewam dike.

Biryare piştî dawîbûna proseya dengdanê bi 24 demjimêran Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê encaman eşkere bike.

Parve bike: