TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî, pêswaziya siyasetmedarên Iraqê kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 16 rêbendan 2023 00:31

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Ofîsa Serok Barzanî ve hatin ragihandin, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya siyasetmedarên Iraqê kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de  pêşhatên siyasî yên Iraqê û rewşa Mûsilê hatine nirxandin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serok Barzanî, îro bi Serokê Eniya Rizgarî û Geşepêdanê ya Hewlêrê Usame Nuceyfî û şanda ligel wî civiya. Hat diyarkirin ku di civîna hat kirin de li ser proseya siyasiya ya Iraqê û rewşa Mûsilê nirxandinên dorfireh hatine kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de aliyan li ser başkirina rewşa jiyana welatiyan, nêrînên xwe bi hev re parve kirine û li ser mijarê, dan û stendin kirine.

Parve bike: