Kurdistan
Serokatiyên Herêma Kurdistanê li ser Destûra Iraqê dicivin
PeyamaKurd - Desteyên serokatiyê yên hikûmet, parlemento û Serokatiya Herêma Kurdistanê dê li ser mijara guhertina Destûra Iraqê bicivin.
Hat ragihandin, desteyên serokatiyê yên hikûmetê, parlemento û Serokatiya Herêma Kurdistanê dê sibe bicivin ku wê serok û nûnerên partiyên siyasî jî dê beşdarî civînê bibin.
Hat zanîn ku rojeva civînê dê hemwarkirina Destûra Iraqê û mijarên girêdayî wê bin.
Herwiha sibe komîteya hemwarkirina Destûra Iraqê jî dicive ku ew komîte ji aliyê parlementoya Iraqê ve hatiye pêkanîn.