Kurdistan
Serokê Baroya Wanê ji bo gilîkirina bo Ala Kurdistanê ji Mesrûr Barzanî wekalet xwest
PeyamaKurd – Serokê Baroya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê Prz. Sînan Ozaraz, li ser heqaret û sivikatiyên bo Ala Kurdistanê kete tevgerê û ji Serokwezîr Mesûr Barzanî jî wekalet xwest daku dozê li aliyên sivikatiyê dikin veke.
Ozaraz li ser hesabê xwe yê Xê bal kişand ser sivikatî û heqaretên nijadperestên Tirk bo Ala Kurdistanê û ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo dozvekirinê wekalet xwest.
Parêzer Ozaraz got, “Di demên dawî de kesên li dijî gelê Kurd tawana kîn û nefretê dikin, hevdem heqaretê li Ala Kurdistanê jî dikin û xala zagonê ya TCK 341ê binpê dikin.
Ger Birêz Mesrûr Barzanî wekaleta xwe bide, ez beyan dikim ku ezê giliyê dozê li wan kesan bikim.”