TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî, li Duhokê serdana welatiyan kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 14 tebax 2023 19:00

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro serdan parêzgeha Duhokê kir û di serdana xwe de guhdariya pirsgirêkên welatiyan kir.

Hat ragihandin ku Serokwezîr Barzanî, di serdana xwe ya Duhokê de ligel welatiyan civiya û di civata welatiyan de hem li wan guhdarî kir hem jî li ser xizmetên ku dikin û dê bikin agahî dan.

Serokê Hikûmetê, li Taxa Maltayê ya Duhokê bi welatiyan re civiya û got: “Ez bi fermana Serok Barzanî ji bo serdana we hatim vê derê. Wekî hikûmet heta ji destên me bê, em ê ji taxên feqîr re xizmetê bikin.”

Hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, serdana Rêxistina Duhokê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî kir.

Parve bike: