TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî serxwesî li wezîrê Hikûmeta Kurdistanê kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 nîsan 2021 20:02

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê  Mesrûr Barzanî, bi rêya telefonê li ser wefata mamê wî, serxweşî li Wezîrê Avadanî û Niştecîhbûnê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro duşemê ji ber koça dawî ya mamê wî Omer Heme Salih bi pêwendiyeke telefonî bi Wezîrê Avadanî û Niştecîhbûnê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm re axivî û sersaxî dayê.

Mesrûr Barzanî, hevxemiya xwe bo malbatê gihand û hêvî xwest ji xwedayê mezin cihê xwedê jê razî bike bihişt û aramî û sebrê bide kesûkar û malbatê.

Dana Ebdulkerîm jî spasî û pêzanînên xwe ji bo hevxemiya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir.

Parve bike: