TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr li ser 50 saliya Yekîtiya Zanayên Ayîna Îslamî ya Kurdistanê peyamek belav kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 21 îlon 2020 16:16

PeyamaKurd - Bo 50 saliya Yekîtiya Zanayên Ayîna Îslamî ya Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê belav kir.

Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî diyar kir: ‘‘Zanayên Ayîna Îslamî li Kurdistanê, roleka girîng û berçav di dîroka rewşenbîrî û bizava rizgarîxwaza Kurdistanê de hebû. Herwiha rola wan di bergirîkirina mijarên niştimanî û pêşxistina hizra lîberaltî û pêkvejiyana aştiyaneya ayînî de li Kurdistanê, cihê pesn û sitayişê ye. Em hêvîdar in zanayên ayînî di rûbirûbûna radîkalîzm û belavkirina peyama aştîxwazî û lêborîn û parastina maf û destkeftên gelê Kurdistanê û hişyarkirina civakê bo xweparastin û bicîhanîna şîretan de berdewam bin.’’

Parve bike: