TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî taziya serokê heyeta Hasdî Sabî Feyyaz kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 04 tîrmeh 2021 04:00

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema wefata birayê serokê heyeta Haşdî Şabî Falih Feyyaz, bi rêya telefonê sersaxiyê dayê.

Mesrûr Barzanî bi sedema wefata birayê Falih Feyyazî jê re sersaxiyê, ji xwedê rehmetê bo birayê wî yê wefatkirî xwest û bo mirovên wî sebrê xwest.

Falih Feyyaz jî bi sedema telefona taziyê ya ku serokwezîr Mesrûr Barzanî bo wî kir, sipasiyê kir û ragihand ku vê telefona taziyê ya Mesrûr Barzanî, bo wî û malbata wî gelkî bi qedr û qiymete.

Parve bike: