TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê re axivî

Leyla Denli
Nivîskar
📅 19 sibat 2022 16:30

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi rêya telefonê li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê axivîn.

Li gor agahiyan, di pêwendiya telefonî de li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gotûbêj hat kirin û tekezî li pêwîstiya hemahengiya navbera her du aliyan hat kirin ji bo seqamgîriya aştî û asayîşê li navçeyê.

Biryar bû Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî beşdarî Konferansa Asayîşê ya Munichê bibe, lê belê ji ber ku Çavuşoglu bi vîrusa Koronayê ketiye, beşdarbûna xwe betal kiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pêwendiya telefonî de hêviya silametiyê ji Mevlut Çavuşoglu re xwest.

Parve bike: