TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sînorê Raperîn-Silêmaniyê ji hewayê ve bombebaran kirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 01 îlon 2023 15:28

PeyamaKurd – Hat ragihandin, derengiya şeva borî navçeya Pişder a girêdayî rêveberiya Raperînê û sînorê herêma Silêmaniyê hatin bombebarankirin.

Li gor zanyariyan, derengiya şeva borî sînorê bajarokê Eswa yê navçeya Pişder a ser bi rêveberiya Raperînê û gundê Gîlala yê ser bi navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê ji hewayê ve hatin bombebarankirin.

Hat zanîn, dengê balafiran li navenda her du navçeyan tê bihîstin û balafir li Ranya nizm difirin.

Hate hînbûn ku balafiran gelek maşîne kirine hedef.

Derbarê ziyanên canî û madî yên di bombebaranê de ti daxuyanî nehat dayîn.

Di 27ê Tebaxê de jî di encama bombebarana balafirên bêmirov ên artêşa Tirk (SÎHA) de 3 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dan.

Parve bike: