Kurdistan
Sivrice û Derya Sipî car din hejiyan
PeyamaKurd- Li bajarê Xarpêtê li navçeya Sivriceyê ku berê bi şiddeta 6,8 derece erdhej çêbû, niha jî bi dereca 3.5 hejiya û hej 2 km di bin erdê de çêbû. Erdhej siet di 19.30an de çêbû. Li gor hin dezgeyên hukmî kûrahiya erdhejê 5 km ye.
Erdheja Derya Sipî bi dereca 4.1 çêbû û ciyê redhejê aliyê navçeya Marmaris û Muxla ye an ku herêma Ege ye. Kûrahiya erdhejê li dor 11 km ye û siet di 19.20 an de çêbûye. Erdheja Xarpêtê ya navçeya Sivriceyê bi 10 deqeyan piştî ya Derya Sipî çêbû.
Heya niha ti xesarên her dû erdhejan nehatine ragihandin.