Kurdistan
Siyasetmedara Kurd bû wezîra Holandayê
PeyamaKurd – Siyasetmedara Kurd a ji Dersîmê Dîlan Yeşilgoz, wekî Wezîra Aborî û Polîtîkayên Kişweriyê ya hikûmeta Holandayê hat erkdar kirin.
Dîlan Yeşîlgoz ku ji Lîberal a Demokrasiyê bo Gel (VVD) wekî parlamenter hatibû hilbijartin wek namzeda wezîrtiyê behsa navê wê dihat kirin ku di rêza 19an debû.
Parlamentera Kurd a Holandayê piştre derket rêza 9an ku di hilbijartinên dawî yên wezaretan de jî kete rêza 5an û wek wezîr hat erdar kirin.
Dîlan Yeşîlgoz (Yeisjes-Zegerius) sala 1977an ji malbateke Dersîmî li Enqerê hatiye dinê û sala 2017an ve li Holandayê siyasetê dike ku di hilbijartinên 25ê Gulana 2021ê de wek yek ji 150 parlamenterên parlamena Holandayê hatiye hilbijartin.