TR KU SO
FB X
Kurdistan

SOHR: HSDê 20 DAISîyên girtî serbest berdan

Hevi Turan
Nivîskar
📅 02 nîsan 2023 16:37

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 20 kesên bi tohmeta DAIŞê hatibûn girtin, berdan.

SOHRê daye xuyakirin, HSDê 20 kesên bi tometa DAIŞê hatibûn girtin ku bi xwe ji gund û bajarokên rojhilatê Dêrazorê ne, serbest berdan.

Herwiha hinek çavkaniyan jî lîsteya kesên ji girtîgehên HSDê hatine azadkirin belav kirine ku 56 nav hene û di nav wan de yên ku 4 sal di zindanan de mane, hene.

Li gorî SOHRê, kesên hatine berdan, bi tometa endamtiya DAIŞê hatine girtin û piştî lêkolînê, ti belgeyek tune bû ku wan kuştin kirine, yan pêwendiya wan bi DAIŞê re heye.

HSDê beriya niha jî bi navbeynkarî û kefaleta eşîrên Ereb 19 girtiyên DAIŞê serbest berda bûn.

Parve bike: