TR KU SO
FB X
Kurdistan

Swêdê Diyarbekir ji nav lîsteya bajarên ne ewle yên gestê derxist

Leyla Denli
Nivîskar
📅 29 adar 2022 16:57

PeyamaKurd Wezareta Karên Derve ya Swêdê, Diyarbekir ji nav lîsteya bajarên ne ewle yên geştê derxist.

Li gor Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ji ber ku rewşa ewlehiyê baştir bûye Wezareta Karên Derve îro biryar da ku li ser çûnûhatina bajarê Diyarbekirê yê Tirkiyê hişyariyê nadin.”

Herwiha Wezareta Karên Derve ya Swêdê ji ber guhertina rewşa ewlehiyê do 28ê Adara 2022an di derbarê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de biryar da ku hişyariyên xwe biguherînê.

Li gorî vê biryara nû Wezarete Karên Derve ya Swêde hişyariyê dide û dibêje, eger ne pewîst be serdana bajarên Şirnex, Colemêrg, Hatay û Kîlîsê nekin û 10 kîlometre ji sînorê Sûriyê dûr bikevin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Wezareta Karên Derve ya Swêde di 1ê Sibata 2022an de hişyarî dabû û gotibû, eger ne pêwîst be geşta bajarên Diyarbekir, Dîlok, Mêrdîn, Riha, Wan, Sêrt, Dêrsim, Çewlig, Îdir, Agirî, Şirnex, Colemêrg, Hatay û Kîlîsê nekin. Herwiha 10 kîlometre ji sînor. Sûriyê dûr bikevin. <

>
Parve bike: