TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tenduristiya Hewlêrê: Lêdana derziya Koronayê berdewam e...

Leyla Denli
Nivîskar
📅 05 gulan 2021 16:30

PeyamaKurd – Tenduristiya parêzgeha Hewlêrê, bang li welatiyan kir û diyar kir, lêdana derziya Koronayê berdewam e ji ber wê jî bila welatî navê xwe tomar bikin.

Li gor rêveberiya tenduristiya Hewlêrê daye zanîn, proseya lêdana derziya Koronayê li parêzgeha Hewlêrê berdewam e û vê carê derziya Çînî ya “SINOPHARM” li welatiyan tê dayîn.

Tenduristiya Hewlêrê herwiha bang li xelkê Hewlêrê kiriye, da ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê navê xwe tomar bikin û li benda dora xwe bin.

Herî dawî Tenduristiya Hewlêrê bang li wan kesên ku derziya Fayzer jî li xwe dane kiriye, hefteya bê xwe amade bikin bo lêdana doza duyem.

Parve bike: