TR KU SO
FB X
Kurdistan

Teqînek li bajarokê Qeyrawanê yê Singalê çêbû: Mirî û birîndar hene

Leyla Denli
Nivîskar
📅 10 gulan 2023 14:01

PeyamaKurd – Teqînek li bajarokê Qeyrawanê yê Şingalê çêbû û di encamê de kesekî can da û du kesên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, sedema teqînê paşmahiyên mayîn û teqemeniyên serdema DAIŞê ye.

Hat ragihandin, rewşa tendirustiya birîndaran metirsîdar e û ji bo nexweşxaneya Mûsilê hatine veguhestin.

Parve bike: