TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wan | 6 penaber ji zinar ketin xwarê û birîndar bûn

Leyla Denli
Nivîskar
📅 08 mijdar 2022 16:57

PeyamaKurd – Li navçeya Westanê ya Wanê, 6 penaber ji zinar ketin xwarê û birîndar bûn. 

Li gor zanyariyan, şeva din li navçeya Westan a Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê û birîndar bûn. Şêniyên Taxa Paxanê piştî ku bi bûyerê hesiyan, saziyên pêwendîdar agahdar kirin. Li ser vê yekê komên tenduristiyê û komên cendirmeyan hatin cihê bûyerê.

Herwiha hat eşkerekirin ku yek jê bi giranî, bi giştî 6 penaber birîndar bûn. Penaberên birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Parve bike: