TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kustina leskerî xwe ragihand

Leyla Denli
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2022 14:10

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina leşkerî xwe li di nav axa Başûrê Kurdistanê de ragihand.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, li navçeya Operasyona Pençe-Kîlîl di nav axa Herêma Kurdistanê de, çawişê pispor ê bi navê Serhat Bal di şerê ligel PKKê hatiye kuştin.

Herwiha, roja 2ê Temûza 2022ê jî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyamekê eşkere kiribû ku leşkerekî wan li navçeya operasyona Pençe-Kîlîl can daye.

Parve bike: