Wezareta Navxwe: Em ji Hikûmeta Federal daxwaz dikin rêkeftina Singalê cîbicî bikin
PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, ji bo derbasbûna salekê di ser rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê re, bi daxuyaniyekê diyar kir; piştî rêkeftina Şingalê, ew dever zêdetir ketiye destê PKK, kom û milîsan, hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Federal li hember wan bê şiyan in.
Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê de hat eşkerekirin; salek di ser îmzekirin û ragihandina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê re derbas bû, ku piştî çendîn civîn û hevfêmkirinên hevbeş ên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û bi çavdêrî û serperiştiya nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê hatibû encamdan.
Wezaretê destnîşan kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiya giştî, hemû nermiya xwe nîşan daye ji bo gihîştina vê rêkeftinê ji bo xatirê asayîkirina rewşa Şingalê û pêkanîna zemîneke guncaw ji bo vegerandina xwişk û birayên Êzîdî li ser erdê bav û bapîrên xwe, da ku bikarin cardin dest bi jiyana xwe ya asayî bikin.
Herwiha daye zanîn: “Her çiqas him di dema gotûbêjan de, him jî di dema îmzekirin û ragihandina rêkeftinê de, me bi eşkere ragihand ku navçeya Şingalê piştî bûyerên 16ê Cotmehê ketiye destê çekdarên PKKê û çend komên çekdar ên derveyî yasayan ku rêgir bûne di vegerandina awareyan û îdareya rewa ya navçeyê de. Salek piştî îmzekirina wê rêkeftinê, em dibînin ku ew dever zêdetir ketiye bin destê wan komên çekdar û hêzên ewlehiyê yên federal bêyî şiyan li hember wan derdikevin.”
Wezareta Navxwe bal kişand ser wê yekê ku çend roj berê komên ser bi PKKê, li ber çavên hêzên Iraqê rêgirî li namzedên Parlamentoya Iraqê kirin, ku berevajî hemû yasayên navxweyî û navdewletî û li dijî azadiya siyasî û serweriya yasayan e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Mixabin em radigihînin ku piştî salekê ji îmzekirina rêkeftina Şingalê, ti gaveke pratîk li ser erdê nehatiye avêtin û roj bi roj komên ser bi PKKê û bi çavpoşiya dezgehên ewlehiyê yên Iraqê, pêgeh û desthilata xwe li wê deverê muqîmtir dikin.”
Wezaretê diyar kir: “Em ji Hikûmeta Federal daxwaz dikin ku bi erkê xwe rabin û rêkeftina Şingalê cîbicî bikin. Herwiha ji Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî daxwaz dikin ku şopandina cîbicîkirina rêkeftinê bidomînin, çimkî erkê civaka navdewletî û yê me hemûyan ew e ku mafê vegera awareyên Şingalê garantî bikin û dawî li rewşa awarte û sepandî ya li wê deverê bînin.”