TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîra Berevaniya Almanyayê serdana Herêma Kurdistanê dike

Hevi Turan
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2022 17:37

PeyamaKurd – Wezîra Berevaniyê ya Almanya Christine Lambrecht, îro Yekşemê 9ê Çileyê 2021ê serdana Herêma Kurdistanê dike.

Li gorî zanyariyan, wê Lambrecht, serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive, herwiha serdana Konsulxaneya Almanya ya li Hewlêrê jî bike.

Christine Lambrecht di hikûmeta nû ya Almanyayê de mehek berê dest bi kar kiriye û ji Partiya Sosyal Demokrat berî niha jî di kabîneya Angela Merkel de cih girtibû.

Christine Lambrecht ji dema hatiye ser posta wezîrtiyê ve serdana xwe ya duyem a derve bo Hewlêrê dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Almanya ji sala 2014an ve roleke sereke di şerê dijî DAIŞê de dibîne û alîkariyên leşkerî pêşkêşî Hêzên Pêşmerge dike ku hejmarek şêwermendên wan ên leşkerî jî li Herêma Kurdistanê ne.

9ê Adara 2021an Wezareta Pêşmerge û Hêzên Almanyayê çend rêkeftin ji bo rahênana leşkerî îmze kiribûn.

Parve bike: