Kurdistan
Wezîrê Berevaniya Îtalyayê gihîst Hewlêrê
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Guido Crosetto, îro 2yê Gulanê bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.
Wezîrê Îtalî Crosetto li balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed ve hat pêşwazîkirin.
Tê çaverêkirin Crosetto ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bicive.
Îtalya yek ji wan welatan e ku di nav Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, alîkariyan dide hêzên Pêşmerge.
23yê Kanûna 2022yan Serokwezîra Îtalyayê Giorgio Melonî jî serdana Kurdistanê kiribû û ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.