TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Karûbarên Derve yê Qeterê gihîst Bexdayê

Leyla Denli
Nivîskar
📅 24 adar 2021 17:59

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî, li Bexdayê ji aliyê Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê Fuad Husên ve hate pêşwazîkirin.

Wezîrê Derve yê Qeterê îro gihîşt Bexdayê, biryar e piştî wê, serdana Hewlêrê bike û bi serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê re bicive.

Cîgirê Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karûbarên Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî, di meha Çileya sala borî de jî serdana Hewlêrê kiribûn.

Parve bike: