TR KU SO
FB X
Kurdistan

WHOyê li ser bikaranîna maskeyan hisyarî da

📅 07 nîsan 2020 14:45

PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) li ser maskeyan hişyarî da û da zanîn ku divê maske bo xebatkarên tendirustiyê werin veqetandin.

Sekreterê Giştî yê WHO yê Tedro Adhanom Ghebreyesus got: ‘’Maske bi tenê nikarin belavbûna vîrusa koronayê rawestînin. Dewlet divê hemÛ pêketîyan bibînin, wan ji civakê dûr bixin, derman bikin û hemî kesên bi wan re danûstandin çêkiriye bişopînin’’.

Ghebreyesus dîyar kir ku ger tevahiya civakên maskeyan bidin ber rûyê xwe, bo xebatkarên tenduristiyê dê dîtina maskeyan zehmettir bibe.

Li gor zanyariyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê zêdetir ji milyonek pêketîyên vîrusa korona hene û herwiha heya niha zêdetirî 60 hezar kes jî bûne qurbanî.

Parve bike: