TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xaneqîn | Di kemîna DAISê de 5 çekdarên Hesda Seibî hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 02 sibat 2021 20:26

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro 2yê Sibatê li devera Neftxane ya bajarokê Xaneqînê, hejmarek çekdarên Heşda Şeibî ketin kemîna çekdarên DAIŞê û hejmarek çekdar hatine kuştin.

Li gorî zanyariyên xwecihî yên destpêkê, 5 çekdarên Heşda Şeibî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin û şer berdewam dike.

Çavkaniyeke ewlehiyê ji Xaneqînê jî ragihandiye ku Lîwaya 20 a Heşda Şeibî ketiye kemîna çekdarên DAIŞê û 5 çekdar hatine kuştin.

Piştî bûyerê jî hêzeke mezin a artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ber bi cihê bûyerê bi rê ketine û şer û pevçûna bi çekdarên DAIŞê re berdewam dike.

Parve bike: