Kurdistan
YE: Domandina serê Qerebaxê nayê qebûlkirin
PeyamaKurd - Berdevka Karên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ya Komseriya Ewropayê Peter Stano li ser şerê Qerebaxê yê Azerbaycan-Ermenistanê daxuyanî da.
Stano got, “Yekîtiya Ewropayê dibîne ku piştî sê lihevkirinên agirbestê bi navbeynkariya Rûsya, Fransa û Amerîkayê, domandina şerê li Qerebaxê nayê qebûlkirin.”
Stano di daxuyaniya xwe de destnîşan kir: “Komseriya Ewropayê her du alî teşwîq kirin ku vegerin danûstandinên çareseriya aştiyane ya ku li Washingtonê 25ê Cotmehê li ser lihev kirine.”
Komseriya Ewropayê diyar kir, bilindbûna asta aloziyê li Qerebaxê nayê qebûlkirin.