Kurdistan
Yekîtiya Ewropayê bang li Îranê kir: Înternetê vekin, tundiyê nekin!
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) bang li rejîma Îranê kir ku dawiyê li tundûtujiya dijî xwepêşanderan werîne û got, “Ti cureyên tundiyê nayê qebûlkirin”.
Nûnera Biland a Polîtîkayên Ewlekariyê û Pêwendiyên Derve yên Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherinî, bi daxuyaniyeke nivîskî li ser xwepêşandanên Îranê banga aramiyê kir û got, "Em hêvîdarin hêzên ewlekariya Îranê ji tundiyê dûr bisekinin û xwepêşander protestoyên xwe bi awayekî aştîyane lidar bixin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi ti awayî destwerdana tundî nayê qebûlkirin û hat xwestin ku azadiya kombûnê û derbirinê bixin bin ewlehiyê.
Herwiha bang li rayedarên Îranî hat kirin ku ji bo azadiya belavbûna agahiyan dawiyê li qutkirina înternetê bînin.