Yekîtiya Ewropayê êrîsa Îranê bi tundî sermezar kir
PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê (YE) bi daxuyaniyekê, êrîşên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniya YE de hat gotin: "Yekîtiya Ewropa bi tundî topbarana vê hefteyê ya li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike, ku Supaya Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê berpirsyariya wê girtibû ser xwe."
Yekîtiya Ewropayê diyar kir: "Ev êrîş serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê binpê dikin. YE hevgirtina xwe ya tam bi gelê Iraqê, hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê re dubare dike."
Hêjayî gotinê ye, pasdarên Îranê hefteya borî binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê kiribûn armanc û di encamê de bi dehan kes şehîd û birîndar bûbûn ku zarok û jin jî di nav de hebûn.
Herwiha Îran piştî protestoyên navxwe yên bo kuştina Jîna Emînî bênavber topabarana navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê berdewam dike.