Kurdistan
Yekîtiya Ewropayê hewl dide Spaha Qudisê têxe nav lîsta terorê
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê nîqaş li ser danîna dorpêçên dijwar û berfireh li ser rejîma Îranê dike û amadekariyê dike ku Spaha Qudisê têxe nav lîsta terorê.
Li gor Wezareta Karên Derve ya Almanyayê diyar kiriye, niha Yekîtiya Ewropayê danîna dorpêçên dijwar û berfireh li ser rejîm û rayedarên rejîma Îranê nîqaş dike û hewl dide ku biryareke nû li dijî Îranê bide.
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê eşkere kir, YE dest bi nîqaşkirin û amadekarîkirinê dike ku Spaha Qudis û hin hêzên din yên Îranê têxe nav lîsteya terorê ya YEyê.
Herwiha YE hewl dide ku, rayedarên Îranê jî ji ber bikaranîna tundî li dijî xwepîşanderan, cezayên dijwartir bixwin.