Magazîn
4 jinên Kurd ketin lîsteya 100 jinên herî bihêz ên cîhanê
PeyamaKurd – Di lîsteya 100 jinên herî bihêz û bi bandor ên cîhanê de ku ji aliyê BBCyê ve tê amadekirin, 4 jinên Kurd cî girtin.
Di lîsteya 100 jinên herî bihêz û bi bandor ên cîhanê ya sala 2022an de, 4 jinên Kurd jî cih girtin ku her yek ji wan di warekê de roleke bibandor lîstine.
Mamosteya Kurdî Zara Mihemedî ya ji Rojhilatê Kurdistanê: ji bo têkoşîna wê ya ji bo parastina zimanê kurdî, Nîgar Marf li Herêma Kurdistanê ji bo têkoşîna wê ya ji bo tenduristiya jinan û Roza Salih a Herêma Kurdistanê ji ber bandora wê ya li ser penaberiyê, Roya Pîreyî ya ji Rojhilatê Kurdistanê jî ji ber têkoşîna Kurdistanê ya ji bo Azadiyê li Îranê ketine nav lîsteyê.