TR KU SO
FB X
Magazîn

Kovara TIME Kurdên Sûriyê kir namzedê ‘Kesayeta Sala 2019’

Hevi Turan
Nivîskar
📅 17 mijdar 2019 15:24

PeyamaKurd – Kovara Time ku ji sala 1927an ve her sal kesayetên salê yên mohra xwe li wê salê dane li seranser dinyayê hildibijêre, ji bo Kesayeta Salê ya 2019an Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî kirin namzed.

Di nav fînalîstên îsal ên namzedên kesayetên salê de, Kurdên Sûriyê jî hatin nîşandan ku êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê li seranser cîhanê bûbû sedema nerazîbûnan.

Time di ravekirina namzedbûna Kurdên Sûriyê bo Kesayeta Sala 2019an de, balê dikişîne ser êrîşên Tirkiye û komên çekdarên cîhadî yên girêdayî wê û dibêje, ‘Kurd piştî şerê dijî DAIŞê tenê hatin hiştin.”

Kovara TIME sala 2018an, komek rojnamevanên ku wan wekî ‘Parêzvan’ bi nav kiribû wekî kesayeta salê hilbijartibû.

Ji bo dengdana hilbijartina 'Kesayeta Sala 2019' divê li ser malpera Kova Time deng bê dayîn:

Parve bike: