TR KU SO
FB X
Magazîn

Kurê Netanyahû ‘Nexseya Kurdistanê’ parve kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 30 gulan 2024 21:46

PeyamaKurd – Kurê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, Yair Netanyahû li ser hesabê xwe yê medya civakî Instagramê bi nivîsa ‘Kurdistana Azad’ nexşeya Kurdistanê parve kir.

Yair Netanyahû di parvekirina xwe de got, “Çavê her kesî li ser Kurdistanê ye. Qirkirina Tirkiyê ya li ser gelê Kurd rawestînin. Dawiyê li dagirkeriya Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê ya li ser Kurdistanê bînin. Kurdistana Azad.”

 

 

Netanyahî tevî vê peyama xwe ala Kurdistanê jî li ser Instagramê parve kir ku gelek kesan ew eciband û bû rojev li ser medya civakî.

 

Parve bike: