Magazîn
Tîma ‘Crew-12’ a NASAyê bi keştiya SpaceXê gihîşt stasyona fezayê
PeyamaKurd- Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA), tîma navneteweyî ya bi navê "Crew-12" bi serkeftî şand Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS).
Keştiya fezayê ya bi navê "Dragon" a kompanyaya SpaceXê, bi moşeka "Falcon 9" ji navenda Cape Canaveral a Floridayê ber bi asmên ve bilind bû.
Piştî geşteke 24 saetan, kapsul bi awayekî asayî bi stasyonê ve hat girêdan û derî ji bo astronotan hatin vekirin.
Ev tîma nû ku ji du astronotên Amerîkayî, astronotekî Fransî û yekî Rûsî pêk tê. Ew ji bo dagirtina cihê astronotên ku meha borî vegeriyabûn ser rûyê erdê hatin şandin.