Tendrûstî
340 malan xistin karantînayê
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê her roj jimarên pêketiyên Omicronê zêdetir dibin. Li bajarê Semsûrê di çarçoveya karantina Kovid-19 ê de 340 malan xistin bin karantînayê.
Li gor ragihandina parêzgeha Semsûrê testên hinek kesan posîtîv derketine û Heyeta Rêxistina Hîvzissihayê biryara xistina karantînayê ji bo 340 malan daye.