TR KU SO
FB X
Tendrûstî

BVJK: Li serabserê Almanya xelaya antibiyotikan heye

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 29 nîsan 2023 00:54

PeyamaKurd – Berdevkê Yekîtiya Doktorên Zarokan ya Almanya (BVKJ) Jakob Maske, ragihand ku li Almanya dema  bikaranîna dermanê zarokan yên antibiyotikan tê, derman perda nabin an kêm peyda dibin. Maske, di daxwuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya Almanya de got ku her diçe li Almanya kêmasiya dermanên xwuyane zêde dibe, bi taybetî kêmasiya dermanên antibiyotîk yên zarokan kêm e. Maske weha got:

“Zarokên ku pêdiviya wan bi antibiyotikan hene, tê vateya ku carna derman nadin wan. Ji ber em nikarin derman bidin zarokan rewşa wan xetere. Di mijarê de hem bajêr û hem gund weka hev jê bandrora xwe digrin.

Zarok ji ber nexweşînên pişikê û hem ji bek enfeksiyona guhî pêdiviya wan bi antibiyotikê heye û Almanya heya niha ti carê weka îro xelaya dermanên antibiyotîkan nediye.”

Parve bike: