Tendrûstî
Dadgehê qeyûm danî ser Heyva Sor
PeyamaKurd - Dadgeha Enqerê ya Tirkiyê biryara tayînkirina qeyûm li ser Heyva Sor (Kizilay) a Tirkiyê wergirt.
Hat ragihandin ku Dadgeha Asliye Hiqûq a 9emîn li ser dozvekirina muxalîfên rêveberiyê biryar da ku qeyûm li ser Heyva Sor a Tirk were tayînkirin.
Heyva Sor a Tirk, dezgeheke tenduristî, rewşên awarte û alîkariyên mirovî ye ku 450 sal in hatiye damezirandin.
Hêjayî gotinê ye ji sala 2016an piştî hewla kotedaya 15ê Tîrmehê ve li ser bi qasî 100 şaredariyên bajarên Kurdan û gelek dezgehên sivîl û aborî ji aliyê dewleta tirk ve qeyûm hatine tayînkirin ku cara yekê ye ji bo saziyeke dewletê ya wekî Heyva Sor jî karmendên qeyûm têne tayînkirin.