Tendrûstî
Hestemîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê li Duhokê tê lidarxistin
PeyamaKurd – Heştemîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê 22yê Hezîranê li Duhokê tê lidarxistin.
Hat zanîn wekî salên berê îsal jî ji hemû beşên Kurdistanê pizîşkên Kurd beşdariya kongreyê dikin. Kongre roja 22.06.2019 bi hemahengiya zankoya Duhokê li salona konferansa zankoyê tê lidarxistin.
Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê ku doktorên Kurdistanê beşdariya wê dikin, her sal tê lidarxistin û bi zimanê kurdî tê birêvebirin.
Kongreya Tibê bi helwesta xwe ya ji bo zimanê Kurdî dixwazin fikra guhertinên zanistî bi zimanê kurdî belav bikin.