Tendrûstî
Li bajarê Mûsê “Rojên Onkolojiyê” dewam dikin
PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê ji aliyê Rêxistina Tecrubeyên Ciwan de, 11em “Rojên Onkolojiyê yên Navdewletî” di roja duyem de dewam dikin. Mijara îro seretana an ku kansera memikan, jiyana piştî seretanê û kanserên (seretanên) jinekolojik (yên jinan) di rojeva wan de bû.
Di konferansê de ji 10 welatan 350 kes hebûn. Konferans, li Oda Sanayî û Bazirganiya Mûşê hat li darxistin. Di panelan de pisporên ku agahiyan pêşkêş kirin, pirsên pirsvanan jî bersivandin.
Di konferansan de ji WHOyê, doktorên Tirkiyê û Kurdistanê, akademisyen û nexweş hene.
Ji Mûşê rayedarên îdarî, nûnerên komeleyên sîvîl û oda bazirganiyê û kesên hatibûn dawet kirin hebûn.