TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Li Rojavayê Kurdistanê hejmarek pêketiyên Korona ji Desteya Tenduristiyê ye

Leyla Denli
Nivîskar
📅 04 tebax 2020 15:13

PeyamaKurd - Li Hesekê ya Rojavaya Kurdistanê hejmarek ji karmendên Desteya Tendirustiyê bi vîrûsa Koronayê ketine.

Li gor Hevserokê Desteya Tenderustiyê Ciwan Mustefa, hejmarek ji 5  pêketiyên nû yê Koronayê, endamên Desteya Tenderustiyê ne.

Ciwan Mustefa da zanîn, belavbûna vîrûsa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî teng e û hejmara pêketiyan ne zêde ye, di bin kontrolê de ne.

Herwiha  diyar kir, vîrusa Koronayê bi rêya nexweşên ku ji rêya balafirxaneya Şamê hatine derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye, ji ber wê jî pêwîst e Şaneya Kirîzê tedbîrên tundtir werbigire.

Li gor Desteya Tendirustiyê, heta niha 30 kes li Rojavayê Kurdistanê bi Korona ketine û tu kesa jî ji ber wê can nedane.

Parve bike: